Rojava News: Duh danê nîvro, giropên îslamî yên tunderew êrîş birin ser taxa Şêx Meqsud.
Li gorî agahiyan, duh 13 Rêbendanê, herdu giropên îslamî yên tunderew Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran û topên hawinê êrîşî taxa Şêx Meqsud ya Kurdan li Helebê kirin.
Hate gortin ku li ser riya Kastêlo ku El-Nusra û Ehrar El-Şam li wir bi cih dibin, şer û pevçûn dinavbera wan û çekdarên YPG derket in, lê ziyanên canî û madî bi zelalî ne hate zanîn.
Nalîn Hesen
09:02:14
