1:52:36 PM
RojavaNews: Duh13/1/2016 li Otêla Rotana ya li bajarê Hewlêrê rêxistina Hilal El Ehmer El imaratî xelata xoşmendiyê(teqdîr) arastey dezgiha Xêrxwaziya Barzanî kir .
Di rêwresmeke taybet de bi amadebûna hijmarek ji rêxistinên civaka sivîl emîndarê giştî yê komeleya Heyva Sora Imaratê , Dr Mihemed Itêg Elfellahî gotarek li derdora arîkariyên ku dezgiha Xêrxwaziya Barzanî gihandine mirovên penaber û awareyen bê cudahî, û çalakiyên hevbeş li gel Heyva Sora Imaratê hatin bicêkirin, her weha amaje bi pirojeyên hevbeş ji pêşerojêre jî kir got:" eve bitir ji salekêye ku pirotokolekî hevbeş di navbera me herdu dezgihande heye ji bo geşepêdana rewşa penaberan bi hinek pirojeyên xwecihî li Herêma Kurdisanê.
Mûsa Barzanî serokê dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di merasîmêde got: karên ku Heyva Sora Imaratê ji mere pêşkêş kirin cihê sipasiyêne , her weha xelata wanjî ji mere cihê şanaziyê ye .
Heyva Sora Imaratê chê rêzgirtina meye jiber arîkariyên ku ji mihtacanre diyarkirin di riya dezgiha mere karekî mirovatî bû ".
Her weha Mûsa pêde çû û got ." dipêşerojêde hinek pirojeyên me hene ji bo arikariya penaber û awareyên li herêma Kurditanê bi armanca başkirina rewşa wankesan.
