Çekdarên terorîstî gundewarê Kobanê topbaran dikin

Çekdarên terorîstî gundewarê Kobanê topbaran dikin

Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî  DAIŞ’ê 7 topên hawanê avêtin gundê Girê Ibrê yê bi ser Kobanê.

 

Çekdarên  DAIŞ’ê vê sibehê ji demjimêr 10a de dest bi topbarana  gundê Girê Ibrê yê ku 35 Km dikeve rojavayê Kobanê kirin.

 

Li gorî zanyariyên gihane destê Rojava News: Çekdarên DAİŞê li çiyayê Şamiyê senger girtine û ta niha  bi isabet 7 top avêtine  gundê Grê İbrê.

 

Ji ber êrîşan tu ziyan negihiştin gundiyan