4:27:52 PM
RojavaNews: Endamê Polîtbîruya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, Elî Mislim, di derbarê pirojebiryara nû ya rêveberiya bi ser PYD ve ya di derbarê leşkeriya neçar de, ragihand ku PYD bi wan biryaran, biryarên Esed bicî dike.
Herwiha Mislim got ku PYD gotina Esed, ku berya niha gotibû yên berevaniyê li ber Sûriyê dikin, ew sûrî ne, ne yên ku tenê regeznameya Sûrî wergirtine, bicî dike.
Herwiha Mislim got ferzkirina cezayan ji aliyê PYDê ve, li ser herkesê ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe, despêkeke nû ye ji astengiyên bêtir û pêkanîna guhertineke demografî.
Mislim bang li ENKS kir ku li seranserî bajar bajarokên Kurdistana Sûriyê, li dijî biryarên PYD yên nerewa xwepêşandan lidar bixe.
