Seîd Umer: PYD biryarên xwe ji Rêjîma Sûriyê û Qendîlê distîne

Seîd Umer: PYD biryarên xwe ji Rêjîma Sûriyê û Qendîlê distîne

6:44:47 PM

RojavaNews: Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, Seîd Umer, di daxuyaniyekê de ragihand ku PYD biryarên xwe ji Rêjîma Sûriyê û Qendîlê distîne, ji ber vê jî heya ew herdu alî li ser çi danûstand û rêkeftinan razî nebin, PYD jî nikare razî bibe û wan rêkeftinan bicî bike.

Herwiha Umer, di daxuyaniya xwe de ji malpera kdp.info re, got ku eger PYD bi Rêkeftina Dihokê, ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin, pabend biba, wê rewşa heyî li Kurdistana Sûriyê ne wek ya niha baya, ji ber ew bi hinceta ”şerê navxweyî”  rê nadên wan Pêşmergeyên ku li Herêma Kurdistanê perwerde bûne, vegerin û axa Kurdistana Sûriyê biparêzin.

Di derbarê kiryarên PYD de jî, Umer da zanîn ku PYD destê xwe avêtiye nav her tiştî li civakê, bi hinceta parastina ewlekariya Rojavayê Kurdistanê, rojek derbas nabe ku çalakvanek siyasî neyê girtin, û got PYD ji demekê ve dest bi girtina endamên partiya wan kirine, ku tê gumankirin ew kiryarên ku PYD dike, bi wekalet be ji ber rêjîmê ve.

Di dawiya daxuyaniya xwe, Umer got ku PYD ji ber rewşa heyî li Kurdistana Sûriyê berpirs e û divê xwe ji ber wê yekê jî dûr nexe.