Çekdarên Elnusra û Ehrar el Şam êrîşî gundên Ezazê kir

Çekdarên Elnusra û Ehrar el Şam êrîşî gundên Ezazê kir

Rojava News: Şevêdin di 20.30’an çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra bi çekên giran êrîşî çeperên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) yên li gundê Malikiyê yê Ezazê kirin. Li herêmê şer û pevçûnên  dijwar rû dan.

Çekdarên Ehrar El-Şam û El-Nusra bi çekên giran êrîşî gundê Malikiyê yê li başûrê bajarê Ezazê ku bibin kontrola Ceyş El-Siwarê de ye kirin.

Çekdaran ji meha Mijdarê heta niha êrîşî gundên Efrîn, Ezazê û her wiha taxa Şêxmeqsûd ya Halebê dikin.