Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî li ser 2674 malbatî belav kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî li ser 2674 malbatî belav kir

Rojava News: Dezgeha xêrxwaziya Barzanî alîkariyên xwarinê û kel û pelên zivistanê li ser penaberên Kurdistana Sûriyê yên li kampên penaberan li Herêma Kurdistanê dimînin, belav kir.

Di çarçoveya kampaniya belavkirina alîkariyan duh, dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên xwazrinê û Betanî li ser 1430 malbatên penaber yên li kampa Aştî ya bi ser barêzgeha Sulimaniyê ve dimînin, belav kir.

Di heman demê de, li kampên Berdereş û Akrê yên bi ser barêzgeha Duhokê ve jî dezgehê kel û pelên zarokan li ser 544 malbatî belav kir.

Herweha li dibistana Qamişlo ya li kampa Qoştepe ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve , dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cilên werzê zivistanî li ser 700 şagirtên penaber belav kir.

Nalîn Hesen

11:11:29