Rojava News: Danasazê navdar Noam Chomsky spasiya vexwendina HDPê kir û mixabiniya xwe ji wê yekê re anî ziman ku “rewşa niha nahêle serdana deverê bibe.”
Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz, beri niha bi 2 rojan (15-01-2016) Noam Chomsky vexwendibû Cizîrê, ji bo ku rewşa li wir heyî ji cîhanê re veguhêze.
Beriya niha Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyyip Erdogan Noam Chomsky vexiwand bo serdana Tirkiyê lê Chomsky ew red kir , piştire jî gotibû eger Kurd wî vexwînin, ew dê serdana Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bike.
Noam Chomsky jî bi nameyekê berisva vexwendina wî parlementerê HDPê da û wiha nivîsiye: “Ji ber vexwendina we ya kubar a bo Başûrê Rojhilata Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) ez gelek spas dikim. Wekî ku hûn jî zanin, ji bo lênêrînê, ez çend car hatim wê herêma ku zext lê ye û car caran jî ew zext dibe hovane.”
Chomsky spasiya Faysal Sariyildiz li ser wê vexwendinê kir û nameya xwe wiha berdewam kir: “Ji bo daweta we ez spasdar im, lê mixabin rewşa niha nahêle ku ev serdan pêk bê. Lêbelê ez, geşedanan ji nêz ve dişopînim û li vir çi bête kirin dikim.“
Dawiyê jî Noam Chomsky hêvî xwest ku, rewşa niha ya metirsîdar, beriya ku ziraran zêde bike, berevajî wergere.
