Rojava News: Bi destpêkirina destêwerdanên Rûsî li Sûriyê ku gelek êrîş li bajarokê Babê endam dabû, xelkên wî bajarokê neçar bûn ku derbederî gundên Kurdan li rojhilatê Babê bibin,ku ev yekê barê xelkê girantir kir, herweha bi van kesên derbeder re gelek terorîst derbasî Qbasînê ku piraniya neşteciyên wê kurdin bûn.
Derbarî vê yekê de û li ser rewşa Babê Nunergeha ENKSê li babe û Îzazê daxuyaniyek belav kir û têde dibêje:" Em di Nunergeha ENKSê de dixwazin rewşa welatiyên kurd li wê deverê ji rêxistinên mafên mirovan û NY û hikumeta Herêma Kurdistanê veguhisin, ji ber ku metirsiyek cidî li ser jiyana kurdan li wê deverê heye".
Herweha ENKSê di wê daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar di civaka navdewletî kir ku dijîfirîneke esmanî li wê deverê pêk bînin, û alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê bikin.
Nunergeha ENKSê li babe û Îzazê
12:47:08
