Rûsya 3 navendên îstixbaratê li Rojavayê Kurdistanê vekirine!”

Rûsya 3 navendên îstixbaratê li Rojavayê Kurdistanê vekirine!”

 4:57:45 PM

RojavaNews - Hewlêr : Rojnameyeke Tirkiyê ya nêzîkî hikûmetê, îdia kiriye ku piştî xistina balafira Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve, herî kêm “6 caran” rayedarên Rûsya bi PKK û PYDê re hevdîtin kirine.

Rojnameya Yenî Şafak a Tirkiyê, ku nêzîkî AKP û hikûmeta Tirkiyê ye, îro îdia kiriye ku piştî xistina balafira şer a Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve û alozbûna pêwendiyên Enqere û Moskoyê, rayedarên Rûs dixwazin PKKê li djiî Tirkiyê bikar bînin lewma ji wê demê ve heta niha herî kêm 5-6 caran bi rayedarên PKKê re hevdîtin kirine.

Li gorî rojnameyê, piştî serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş a Rûsya û hevdîtina wî bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re, du dîplomatên Rûs li gundê Lêwjê yê bintara Qendîlê û bajarê Silêmaniyê, 2 caran bi hevserokê KCKê Cemîl Bayik re û 3 caran jî bi rayedarên din ên PKKê re hevdîtin kirine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku rayedarên Rûs û PKKê li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û pêwendiyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê jî gotûbêj kirine.

Wê rojnameya Tirkiyê behsa wê yekê jî kiriye ku rayearên Rûs bi partiyên Başûrî yên mîna Gorran û YNKê re jî rûniştine her wiha bi rayedarên PYDê re jî hevdîtin kirine.

Li gorî rojnameya Yenî Şafakê, rayedarên Rûs ji PKKê xwestine pêşiya kişandina boriya gaza sirûştî ji Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê bigirin, ji Gorran û YNKê jî xwestine bi tundî li djiî projeya kişandina boriya gazê rabin.

Rojnameya han îdiayek din jî kiriye û gotiye, Rûsya roja 2ê vê mehê li bajarên Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê, 3 navendên îstixbaratê vekirine û 28 karmendên xwe yên îstixbaratê jî derbasî wan bajaran kirine, ewlehiya wan navendan jî ji aliyê YPG/PYD ve tê dabînkirin.