Qamişlo.. çekdarên PYDê berpirsê rêxistinî di hevrêza Neviyên Barzanî de girt

Qamişlo.. çekdarên PYDê berpirsê rêxistinî di hevrêza Neviyên Barzanî de girt

Rojava News: Li bajarê Qamişlo, çekdarên PYDê berpirsê rêxistinî di hevrêza Neviyên Barzanî de girt

Li gorî agahiyan, Duh, çekdarên PYDê girtin ser mala berpirsê rêxistinî di hevrêza Neviyên Barzanî de, herweha endamê ENKSê Hêvîdar Ehemed li taxa Qenat Elswês ya bajarê Qamişlo, û ew girtin û ji bo cihekî nenas hate birin.

Li gorî heman jêderî, Hêvîdar Ehemed hate girtin ji ber beşdariya wî di helmeta komkirina Îmzeyan ya ku ev 3ê rojin ENKSê birêve dibe bo ku doza Kurdî bibe yek ji rojevên civîna Ciniva 3an.

Nalîn Hesen

08:26:42