Efrînê.. PYDê buhayê yek desta nan kir 200 leyreyên Sûrî

Efrînê.. PYDê buhayê yek desta nan kir 200 leyreyên Sûrî

Rojava News: Desteya Temoynê ya bi ser PYDê ve, duh li bajarê Efrînê buhayê yek dest nan bi rêjeya 33% bilind kir.

Li gorî welatiyên Efrînê, duh Desteya Temoynê ya bi ser PYDê ve buhayê yek desta nan ku 14 nan têde ye, bi qasî 50 leyreyên Sûrî bilind kir û bû bi 200 Leyreyan.

Ehmed Efrînê ku yek ji welatiyên devera Efrînê ye dibêje:" tevî rewşa xirab û  dijwar ya welatiyan, herweha dorpêça li ser Efrînê jî , lê PYDê beyî ku guh bide vê reweşê û hejariya xelk, buhayê nan 3 caran li berê zêdetir dike".

Nalîn Hesen

08:55:01