10:28:28 AM
Rojava News:Lêkolînerê kurd Deniz Çavçî got: artêşa Tirk hêza xwe hemû kiriye di şerê bajarande û PKKê jî oprasiyonên xwe pirtir dike di nava bajarên kurdîde, ya ku diyardike ku her dû naxwazin şer raweste .
Pişti ku Ajansa Firat ya nûçeyan ragihand ku (PKK) e berpirsiyariya xwe ragihand li dor teqîna roja pêncşemê li bajarê Amedê ku navendeke polîsên Tirk ji xwere kiribû armanc lê hin sivîl bûne qurbanî.
li gorî ajansa navborî, kû PKKe di daxuyaniyekê de lêborîn ji kesû karên qurbaniyên sivîl xwestiye.
Çevçî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got “Di encama teqîna PKKê de zarokan jiyana xwe ji dest dan û berî wê jî 170 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan ji aliyê leşkerênTirik ve hatin kuştin. Em dibêjin herdû aliyan jî, em naxwazin sivîl jiyana xwe ji dest bidin û bajar werin wêrankirin.“
Çevçî ku li London dimîne pêşbîniya wê yekê kir ku şer berdewam dibe di navbera dewleta Tirkiyê û PKKe de, ji ber ku li gor wî, herdû alî jî naxwazin şer raweste.
