Qamişlo.. Wezîrê navxweyî yê Sûriyê bi fermandarên PYD û PKKê hevdîtin pêk anî

Qamişlo.. Wezîrê navxweyî yê Sûriyê bi fermandarên PYD û PKKê hevdîtin pêk anî

Rojava News: Wezîrê navxwe yê rêjîma Esed bi awayekî nehînî serdana bajarê Qamişlo kir û li gel fermandarên PYD û PKKê hevdîtin  pêk anî.

Li gorî çalakvanan, Duh Wezîrê Nawxeyî yê bi ser rêjîma Esed ve Lîwa Mihemed El-şear serdana bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê kir û li gel serokê TEV-DEMê Aldar Xelîl, berdevkê YPGê Rîdor Xelîl û nûnerên PKKê yên ku navê wan nehatine gotin û ji Çiyayê Qendîlê hatine, li taxa Qodûrbekê a bajarê Qamişloyê, li baregeheke YPGê hevdîdin pêk anîne.

Li gor agahiyên heman çalakvanan ku di wan hevdîtinan de wezîrê navxwe yê rêjîma Esed, PYD û PKKê behsa rewşa ewlehiyê bi şêweyekî giştî li barêzgeha Hesekê kirin. Herwiha hewldadên rêjîmê li gel Rûsyayê, da ku PYD ê beşdarî kongreya Ceneve 3an bibin beşke din ji wê civînê bû.

Lana Mihemed

10:31:45