Rojava News: Ev heftiyeke keskayê û fêkî derbasî Kobanî nebûye ji ber ku Hikumeta Tirkiyê rê nade ku xwarin di rêya deriyê Murşd Pînarê de derbasî bajêr bibe.
Li gorî welatiyên Kobanî, bazarên bajêr vala ne ji keskayê û fêkî ji ber ku Hikumeta Tirkiyê ev heftiyeke derbasbûna van madeyan bo Kobanî qedexe kiriye û ji ber vê jî rewşa xelekê gelekî zehmet bûyê.
Heman welatiyan dan zanîn ku ji ber ku niha werzê zivistanî ye, welatî nikarin keskayê û fêkî li zeviyên xwe biçînin.
Hikumeta Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve, sedemên vê yekê nedan xuyakirin.
Nalîn Hesen
11:51:57
