5:39:16 PM
RojavaNews: Artêşa Tirkiyê ragihand ku wan jêdera hersê rokêtên katyoşa ku bajarên Kilisê yên Kurdistana Tirkiyê armanc kiribûn,bi temamî têk birin.
Herwiha Artêşa Tirkiyê got ku ew rokêt ji Sûriyê ve hatibûn avêtin û operasyona wan jî bersiv bû li ser armanckirina Kilisê, ku di encamê de kuştî û birîndar çêbibûn.
Îri sibeha roja Duşemê, 3 rokêtên katyoşa li bajarê kilisê ketibûn ,ku 2 ji wan li cihekî vala ketibûn û ya sêyem jî li meydana bidistanekê ketibû, ku di encamê de karmendekî jiyana xwe ji dest dabû û 4ên din jî birîêndar bibûn û jib o nexweşxaneyên kilisê hatibûn veguheztin.
