Başûrê Kurdistanê: 2 hezar buyerê şewata jinê ruda ne!

Başûrê Kurdistanê: 2 hezar buyerê şewata jinê ruda ne!

Rojava News: Li gor amarên fermi yên dezgehên tendirustî yên Herêma Kurdistanê sala borî zêdetirî 2 hezar jin li Başûrê Kurdistanê rastî bûyera agirberbûn û şewatê hatine.

Li gorî raporta Amarê Beşa Plandanînê ya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê ku ku daketiye ser malpera Rudawê ; Sala borî ji parêzgeha Dihokê 1 hezar û 342 jin rastî bûyera şewatê hatine û di encamê de 58 jinan jiyana xwe ji dest dane.

Di sala 2014ê de jî li parêzgeha Dihokê 1 hezar û 544 jin şewitîbûn ku 67 kes ji wan jiyana xwe ji dest dabûn.

Derbarê bajarê Hewlêrê de jî, li gor amara Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê, sala borî 439 jin ku di bûyerên agirberbûnê de şewitîbûn, bo çareseriyên pizişkî li wê nexweşxaneyê hatibûn razandin ku ji wê hejmarê 99 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor wê amarê rêjeya şewata jinan li bajarê Hewlêrê zêdetir bûye, ji ber ku di sala 2014ê de 399 jin rastî şewatê hatibûn ku 90 kes ji wan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li sînorê parêzgeha Hewlêrê du rêveberiyên rûbirûbûna tundutîjiya li dijî jinan hene ku yek ji wan rêveberiyan li navçeya Soranê ye.