Serokê Parlemana Kuwêtê: Şerefa Nadya ya Êzdî şerefa jinên meye

Serokê Parlemana Kuwêtê: Şerefa Nadya ya Êzdî şerefa jinên meye

Rojava News: Serokê Parlemana Kuwêtê pêşwazî li keça Kurd a êzdiye kir û ragehan şerefa Nadya yê şerefa jinên Kûweytê ye

Keça Kurd a Êzdî Nadya Murad, ji bin desthiladariya rêxistina radîkal DAİŞê xwe rizgar kir û niha jî ji bo serdaneke fermî geheşte welatê Kûweytê û li gel Serokê Parlemana Kuwêtê Merzûq Elî Xanim hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê Merzûq Elî Xanim ragehand: ‘’ Ew şerefa Êzdiyane û şerefa hemû jinên Kuwêtê ye herwaha em li gel yêk di yêk bereyî dene.’’

Herwaha Serokê Parlemana Kuwêtê li ser rola Nadya Murad û daxûyaniyên wê yên liser rewşa xwe û rewşa jinên wekî xwe wekî biwêrekî bi nav kir û diyar kir ku Parlemana Ereb di demeke nêzîk de li ser jinên dîl ên ku di dest DAİŞê dene hewldayînan wê pêkbîne û wê hewl bide bala cîhanê bikşîne ser vê pirsgirêkê û hemû raya giştî ya cîhanê agahdar bike.

10:25:30