Nûrî Brîmo: Armanca me bi sed hezaran îmzeyan kom bikin û radestî De Mistura bikin

Nûrî Brîmo: Armanca me bi sed hezaran îmzeyan kom bikin û radestî De Mistura bikin

Rojava News : Endemê Komîteya Navendî a Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) Nûrî Brîmo ji BasNûçe’yê re axivî û destnîşan kir ku ew ê îmzeyên ku kom kirî radestî hemû aliyên girîng ên di Cenev III’yê de cih digirin, bikin û mebesta wan ew e ku di civîna Cenevre III’yê û di qada navnetewî de dengê kurdan bilind bikin: “Armanca me ew e ku bi sed hezaran îmzeyan kom bikin û radestî Staffan de Mistura, DYA’yê, Rûsya û aliyên din ên girîng bikin. Da ku kurd di Rojeva û di axa Sûriyê de weke netewe mafên xwe yên bidest bixin.”

Nûrî Brîmo balkişand ser girîngiya civînê û got ku ‘em jî weke kurd, weke netewe xwedî mafên xwe bibin û mafên xwe biparêzin.’ Brîmo got, ew hêvî dikin Cenevre III di xizmeta şoreşa Sûriyê û gelê kurd û ên herêmê de: “Em hêvî dikin ku li Cenevreyê, rêz li mafê gelê kurd û pêkhateyên din were girtin. Û hêvî dikin ku ev civîn, nekeve xizmeta rejîma Esad û Îranê.” Her wiha Nûrî Brîmo, li ser Kongreya Riyadê jî sekinî û diyar kir ku heke di wê kongreyê de mafên kurdan li ber cavan bihatana girtin, hewcehî bi vê xebatê nedibû. Ev tê wê wateyê ku gelek kêmasî di civînên beriya niha de hatine kirin, hene.

13:42:58