Simînarek li ser Rewşa Jinê li kampa Qoştepe hat li darxistin

Simînarek li ser Rewşa Jinê li kampa Qoştepe hat li darxistin

2:04:48 PM

RojavaNews: Li kampa Qoştepe ya penaberên kurd li Herêma Kurdistanê rêxistina PAO simînarek li ser Rewşa Jinê û astengiyên li pêşiya wê di civakêde li hola Osman Sebrî ya simînaran li darxist .

Bi arîkariya komîteya jinên kampê rêxistina PAO ya xizmetên civakî û parastina jinan , duh li kampa Qoştepe bi amadebûna gurûpeke jinên kampê , rewşa jinê hate gotûbêj kirin , di simînareke tewerî ya vekirî de di navbera  nûnera PAO û rêvebera  komîteya jinên kampê de.

Têde  gelek pêşniyar radestî PAO hatin kirin bi mebseta çak kirina rewşa jinên kampê.