Rojava News: Komîteya Rawestandina Hemû Cûreyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raportekê diyar kir ku Tirkiya mafên kurdan binpê dike û siyaseta nijadperestiyê li hhimber kurdan dimeşîne.
Komîteya Rawestandina Hemû Cureyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCERD) ragihand ku, Tirkiye siyaseta nijadperestiyê li dijî Kurdan dimeşîne û “bêbextiyê” li wan dike.
UNCERD di raporekê diyar kir ku, hikûmeta Tirkiyayê mafên Kurdan binpê dike, herwiha azadiya raderbirînê asteng dike, çalakiyên sivîl qedexe dike û bêyî biryarên dadgehan wan binçav dike.
Di raporê de hatiye eşkere kirin jî ku, hikûmeta Tirkiyeyê bi bihaneya teror û parastina asayişê yasayên li dijî terorê datîne û bêbextiyê li Kurdan dike.
Herwiha UNCERDyê rapora xwe wiha berdewam dike: “Tirkiyae li dijî Kurdan siyaseta nijadperestiyê dimeşîne; rê nade Kurdan bi taybetî jî jinên Kurd di dezgehên fermî de bixebitin.”
Ji aliyê aborî ve jî raportê eşkere kir ku li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, xizmetên civakî di rewşeke nebaş de ne û bi taybetî jî di warê perwerdehî û tenduristiyê de Kurd mehrûmiyetê jiyan dikin.
Komîteyê diyar kir ku zarokên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tevahî bêpar in.
09:46:53
