100 leşkerên Rûs geheştin bajarê Qamişlo

100 leşkerên Rûs geheştin bajarê Qamişlo

Rojava News: Komîteyên hevrêzên xwecihî li Sûriyê ragihandin ku bi dehan leşkerên Rûs gehştin baregeheke leşkerî ya bi ser rêjîmê ve li Qamişlo.

Di daxuyaniyekê de Komîteyên hevrêzên xwecihî, duh ragihandin ku 100 leşkerên Rus ku di nava wan de 10 efserên pilebilind hene di rêya balafirxaniya Qamişlo geheştin wî bajarî û bi parastineke hevbeş ji aliyê PYDê û rêjîmê ve ew leşkerên Rus hatin veguhestin bo yêkîneya (Fewca )154 ya bi ser rêjîma Esed ve

Di wê daxuyaniyê de hatiye ew baregeha leşkerî dikeve rojhilatê balafirxaniya Qamişlo û nêzîkî Sînorê Kurdistana Tirkiyê ye. Armanca wê yêkîneyê( fewcê ) parastina balafirxaniyê ye, û gelek çekên giran li wê baregehê hene

Hêjayê gotinê ku beriya çend roja Rûsiya 3 navendên Sîxurî(hewalgirî)  li Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê vekir û gelek pisporên leşkerî û Sîxurî(hewalgirî)  li wan navendan bicih kir.

Nalîn Hesen

11:44:36