PDK Dxwazê ji Komarên Îslamî dike seredana Herêmê bike

PDK Dxwazê ji Komarên Îslamî dike seredana Herêmê bike

Rojava News :Li  pêzanînên ku di rojnama Evero de Ya li Dihokê tê weşandin ku biryare îro  20 _ 1_ 2015  konfiraksiyona Partî  Demukratî  Kurdistan li civata nûnerên Îraqê di konfirasa komarên Îslamî de daxwazê ji nûnerên 57 komarên Îslamî bike seredana Herêma kurdistanê bikin da rewşa Herêmê di warê pêkvejiyanê de ji nêzîk ve bibîn, herweha serkeftinên Pêşmergeyan di şer de li dijî terorîstan bişopînin.  

Dr. Faris Birîvkanî Serokê komîteya Saxlemiyê li civata nûnerên Îraqê got :" wê Îraq daxwazê ji welatên Îslamî bike ku hevkarbin di binpêkirina terorîstan de û avakirina deverên ku  ji dest terorîstan hatine rêzgarkirin".

Di berdewamiya axavtina xwe de Birîvkanî  got : " em wekî PDK dê ji komarên Îslamî daxwaza seredana Herêma kurdistanê bikin da rewşa Herêmê di warê pêkvejiyanê de ji nêzîk ve bibîn, herweha serkeftinên Pêşmergeyan di şer de li dijî terorîstan bişopînin . Dê amajê bihebûna 2 milyon awareyan li ser xaka Herêma Kurdistanê bike da ku alîkariya Herêmê bikin". 

Tê zanîn ku komarên Îslamî bêdengin beramberî sitema ku li kurdan tê kirin û Kurd hewl didin ev paşguhxistina Kurdan li cem muslimanan bê guhertin.

Hisên Şakir

12:38:27