4:53:04 PM
RojavaNews: Çekdarên PYD li Bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê, endamê komîta herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, Îdan Emro, serbest beran.
Îro li ser nîvro, çekdarên PYD, navbûrî, ji zindana navendî li Efrînê serbest berdan, ku bêtirî 6 mehan li ser girtina wî re derbas bibû.
Hîn nêzîkî 10 endamên partiya navbûrî li Efrînê girtî ne, ku hinek ji wan bêtirî 2 salan li ser girtina wan derbas bûye ku hîn çarenivîsa wan nediyar e.
