Qamişlo.. Şer di navbera YPG û Berevaniya niştimanî derket

Qamişlo.. Şer di navbera YPG û Berevaniya niştimanî derket

Rojava News: Duh,li taxa Elteî ya ku piraniya wê Ereb in şer û alozî dinavbera YPG û Berevaniya niştimanî derket.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku  li ser hewldana YPG danîna rêbendekê ser xaçeriya Wehdê yê Qamişlo, endamên Berevaniya Niştimanî nerazîbûna xwe nîşan dan û xwepêşandanek lidarxistin ,di encam de  alozî çê bû û pevçûnek sivik di navbera herdû aliyan de derket.

Li gorî rewangehê, 2 kes ji Berevaniya Niştimanî birîndar ketin bi gulleyên YPGê.

10:17:30