Tirkiyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistan dîwaran datînî!

Tirkiyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistan dîwaran datînî!

Rojava News: Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê, Hêzên Artêşa Tirkiyê di navbera Nêsibîna Mêrdînê û Qamişloya Rojava kolandina xendeqan dan sekinandin, bedêla wê  niha jî amadehiya danîna dîwarên 2 – 3 metreyan hatiye destpêkirin.

Hêzên Artêşa Tirkiyê ji sala çuyî de ji rojhilatê navçeya Nisêbînê ber bi Cizîrê ve dest bi kolana xendeqan kiribû.

Ev xendeq heta Qereqola Demîrtepe, nêzî 3 kîlometre hatiye kolandin.

Çend roj in, ji Qereqola Cendirmeyan a Demîrtepeyê betonên 2 metre firehî, 3 metre bilindahî, bi TIRan ber bi sînora Sûriyê ve hatin veguhastin û amadehiya danîna dîwaran têne kirin. Ev dîwar dê pêşî li ber qereqolan werin danîn û tê texmînkirin ku heta Cizîrê, dê werin honandin.

10:20:47