4:58:44 PM
RojavaNews:Serokê Fransa, Franswa Holand, ragihand ku di gotûbêjên Kongreya Jenev 3 de, dive behsa çarenivsa Esed were kirin ku kî wê Sûriyê hikum bike.
Herwiha herdu wezîrên derve yên amerîka û Rûsya, di civîneke xwe de li Bajarê Ziyûrix a Siwêsra, ragihandin ku divê Jenev 3 li paş nekeve û di dema xwe de were lidarxistin.
Kirîza endamên şandên opozisyona Sûriyê di gotûbêjên Jenev 3 de berdewa me, ku Desteya Bilind a Gotûbêjan endamên xwe ji bo wê yekê destnîşan kirin, lê di heman demê de gefa vekişnadinê ji Kongreyê kir eger şandeke sêyem beşdar bibe, ji ber vê jî şanderê Navdewletî, Stîvan De Mitura, pêşinyara beşdarbûna 4 şandan kiriye.
