1:58:19 PM
RojavaNews:Rêxistina Lêbûrîna nav Dewletî di Rapora xweya duho de got:" Oprasiyonên dewleta Tirik di bajarên Kurdan de, çi qedexe kirina çûn û hatinê be û çi qedexe kirina Av û Eliktirîkê be û çi ji nehêlana çareseriya tenderustî be , dibe Sizayeke giştî û bi komkî ji milet re "
Her weha da diyar kirin ku di lêkolîneke li ser qadê de ji aliyê wanve di bajarên Kurdan de got :" Xelkên wan cihan tûşî astengiyên tund tên ya ku çrenivîsa bihtir ji çarîkek milyon Kurd dixe metirsiyê de , ji encama êrîşên Artêşa Tirik li ser sifîlan".
Rapoê amaje pê kir ku hêzên Artêşa Tirik çekên giran beramber xelkên sifîl bikartênin û nahêlin ku çavdêr bigihin cihên kavilkirî , karê wan Sizakirina bi giştiye ji xelkên bajaran re.
Rifet Hacî
