3:54:10 PM
RojavaNews: Îro li Bajarê Qamişlo, Encûmena Nitşminaî ya Kurd li Sûriyê ENKS, encamên kampîna komkirina îmzeyan ,a ku berya çend rojan despê kiribû, ragihandin.
ENKS di kongreyeke rojnamevanî de li navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye , li Qamişlo, ragihand ku 625 hezar û 400 îmze hatine komkirin.
Duh jî xwecihiyên Hesekê û Girkê Legê encamên wê kampînê ragihandibûn, ku li Hesekê nêzîkî 85 hezar û li Girkê Legê jî bêtirî 33 hezar îmze hatibûn komkirin.
Herwiha Nûnertiya Hewlêrê ya ENKS duh di kongreyeke rojnamevanî de, encamên wê kampînê li seranserî Herêma Kurdistanê û kampên penaberan ragihandin, û got ku bêtirî 141 hezar îmze hatiye komkirin.
