4:27:13 PM
RojavaNews: Endamê polîtbîruya Ceyş El-Îslam, Mihemed Elûş, ku wek mezinê danûstandinkaran a opozsiyonê hatiye destnîşankirin, ragihand ku ew razî nabin ku di Jenev 3 de, PYD tevlî şanda opozsiyonê bibe, û got bila Rûsya wan tevlî şanda rêjîmê bike ,ji ber ku ew hevkarên wan e û şerê opozisyonê dike.
Berya niha serokê Desteya Bilind a Gotûbêjan, Riyad Hicab, ragihnadibû ku eger PYD û hin girûpên din tevlî şanda opozsiyonê bibin, ew ê ji Jenev 3 vekişin, lê Rûsya gotibû eger şanda Desteya Gotûbêjan vekişe, ew ê şandeke din ji opozisyonê destnîşan bikin.
Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura , ji aliyê xwe ve, Riyad tuhmetbar kir ku ew dixwaze li gorî xwe şanda opozsiyonê pêk were.
Herwiha De Mistura got heya Amerîka û Rûsya li ser şandeke hevbeş lihev nekin, ti aliyekî ji opozisyonê ji bo Jenev 3 nayê exwendin.
