Kurdistan doza alîkariya aborî ji Emerîkayê û dostên kurdan dike

Kurdistan doza alîkariya aborî ji Emerîkayê û dostên kurdan dike

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Fermadeyê Fermandeyiya Hêzên Amerîka LIyod Austin civiyan. Di civînê de daxwaz hat kirin, ku dostên kurdan pêwîste alîkariya Kurdistanê bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, êvariya pênşçemî 21ê Çile Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê general LIyod Austin û şandeke pê re civiya, ku ji Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û hejmarek fermande, bepirs û şêwirmendên Artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de behsa eniyên şerê li dijî çekdarên DAIŞê li parêzgehên Mûsil, Enbar û cihên din ên Iraqê û herwiha serkeftinên Hêzên Pêşmerge û bandora wan serkevtinan hat kirin.

Di civînê de herwiha li ser serdana şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê gotûbêj hat kirin, ku li ser daxwaza Barzanî serdana Amerîkayê kiribûn. Her du aliyan encamên vê serdanê bi erênî û sûdbexş wesif kirin.

Herwiha derbarê kirîza darayî û aborî ya ku li Herêma Kurdistanê heye, her du aliyan tekez li ser zêdekirina hewlan bo rûbirûbûna kirîza darayî û dîtina çareseriyeke guncaw bo nehiştina arîşeyan hat kirin.

Hewlêr û Washingtonê herwiha tekezî li ser “dabînkirina pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de” kirin.

Şanda Amerîkayê di civînê de pesnê berxwedana gelê Kurdistanê û wêrekî û qehremaniya Hêza Pêşmerge kir. Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku “pêwîste dostên kurdan alîkariya xelekê Kurdistanê bikin daku ji wan kirîz û arîşeyên giran derbas bibin.”

Di beşeke din a civînê de, behsa kontrolkriina Mûsilê û giringiya wê yekê di yekalîkirina şerê li dijî DAIŞê de hat kirin û herwiha gotûbêj li ser asta hevrêziya navbera Hêza Pêşmerge, hêzên hevpeymanan û hêzên Iraqê di şerê DAIŞê de û bandora hevrêziyek hûr di bidestanîna serkevtinan de hat kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de herwiha Serokê Dîwna aSerokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Wezîrên Navxwe û Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa, Alîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman û Endamê Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî amade bûn.

11:22:17