Rojava News: Mirovên ku şêvêdin (2016-01-22) bi du beleman hewl da bûn di Derya Egeyê re derbasî Yunanîstanê bibin, lê belê ji ber rewşa seqayê û pêlên avê belêmê wan binavbûbu de jimareya miriya gihişte 70 kesî û hemû jî kurdê başurê Kurdistanin.
Serokê Federasyona Penaberan a Iraqê Amanc Ebdullah da xuyakirin, ku li Derya Egeyê di 2 belemê binavbuyi de 85 rêwî hebûn, lê 70 ji van jiyana xwe ji dest dan. Ebdullah diyar kir, ku piraniya 70 kesên jiyana xwe ji dest dane, şêniyên ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ne.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji van mirovên jiyana xwe ji dest dan 23 ji Silêmaniye, 10 ji Hewlêrê, 7 ji Koysancak, 4 ji Pişder û 2 jî ji Piremegran e. Yên mayî jî ji bajarok û gundên din ên Başûrê Kurdistanê ne.
Ji ber krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê hînê dewam dike, tê gotin ku di nava 6 mehan de zêdeyî 30 hezar kesî koçî welatên Ewropayê kirine.
