Hesekê.. DAIŞê embarên genim ên Sebah El-Xêr vala kirin

Hesekê.. DAIŞê embarên genim ên Sebah El-Xêr vala kirin

Rojava News: Welatiyên bajarê Hesekê ragihandin ku terorîstên DAIŞê hemû genim û alavên embaran ji navenda Sebah El-Xêr a başurê bajêr veguhestine bajarokê Şedadê û navçeyên parêzgeha Dêrazorê.

Li gor agahiyên çend welatiyên wê deverê ku, nexwestin navê wan were eşkere kirin, bi çavê xwe dîtine ku DAIŞê bi alîkariya grûpên taybet hemû alavên mekanîkî û elektrîkê yên embarên genim vekirine û bi rêya barhilgran ber bi navçeyên Dêrazorê û bajarokê Şedadê birine.

Welatiyan eşkere kir ku ji bilî wan alavan DAIŞê genimê wan enbaran jî veguhestiye wan herêmên di bin kontirola xwe de, bi armanca firotina wan kelûpelan.

Di dema dawî de û piştî armanckirina jêderên aboriya wê DAIŞ rûbirûyê krîzeke darayî bûye, ev yek jî bûye sedam ku rêxistina navborî mûçeyên çekdarên xwe kêm bike û li jêderên nû bigere wek firotina kelûpelan.

13:18:32