Jandirmeyên Tirk welatiyekî Efrînê gulebaran dikin

Jandirmeyên Tirk welatiyekî Efrînê gulebaran dikin

4:21:06 PM

RojavaNews: Duh Roja Înê, welatiyekî Efrînê, dema ku dixwest sînor bi qaçaxî derbas bike, rastî guleyên jandirmeyên tirk hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku welatiyê bi navê Elî Xelşîko, yê 20 salî, ji gundê Sorkê yê navçeya Reco ye.

Demeke ku Artêşa Tirkiyê, sînorê di navbera Kurdistana Tirkiyê û Kurdistana Sûriyê de, tundtir kiriye ku bi dehan ji xortan li ser sînor bi guleyên jandirmeyan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha bêtirî 4 mehan e ku Artêşa Tirkiyê, sînorê ji Efrînê heta Devera Babê weke Herêmeke leşkerî ragihandiye.