Bi dehan malbatên Kurd ji Minbicê derbeder dibin

Bi dehan malbatên Kurd ji Minbicê derbeder dibin

Rojava News: Ji ber rewşa xirab ya ku bajarê Minbicê têde derbas dibe, bi dehan malbatên Kurd û Ereb derbederî Kobanî û derdora wê dibin.

Li gorî agahiyan, DAIŞê bi berdewamî welatiyên Kurd li Minbicê digre û wan bidar vedike bi tometa alîkariya hêzên Kurdî û artêşa Azad , ji ber vê yekê û ji tirsekê zêde ji hovatiya vê rêxistinê , bi dehan malbatên Kurd û Ereb derbederî Kobanî û derdora wê dibin.

Herweha balafirên Rûsî jî ji aliyê xwe ve wê bajarokê bombebaran dikin ku ew jî dibe sedema kuştina welatiyên sivîl.

Nalîn Hesen

09:26:54