Rojava News: Şewba Berazan careke din di nava xelkê Hesekê de belav dibe.
Li gor agahiyan Rojava News, di heyama çend rojan de li bajarê Hesekê 5 kes bi nexweşiya (Şewba Berazan) hatine dîtin, Hate zanîn ku rewşa wan nexweşan gelekî xerabe ji ber kêmbûna derman û kadirên tendirûstî li bajarê Hesekê.
Hin welatiyên bajêr ji Rojava News re eşker kirin ku di heftiya bûrî de 2 jin ku yek ji wan dûcanî bû ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.
Herweha ew welatî bang li rêxistinên navdeweltî , herêmî û cîhanî dikin ku bi zûtirîn dem dermanên wê nexweşiyê derbasî bajarê Hesekê bikin.
Nalîn Hesen
09:53:38
