Rojava News: Hat zanîn şeva borî hejmarek mezin ji leşkerên Tirk tevî vesayîtên leşkerî, sînor qut kirin û derbasî bajarê Cerablusê bûne.
Li gorî hatiye gotin dema leşkerî Tirkiyê sînor derbaskirin da neyê zanîn ka çiqas leşker, li gel çi çekan derbasdibin ronahiyên sînor hatine vemirandin.
Tê îddiakirin ku beşek ji wan vesayîtên ku derbas bune, li nava bajarê Cerablûsê hatine bicîhkirin hinek ji wan jî rêkirine devera Qarqamişê.
Ji Tirkiyê di derbarê wê nuçeyê de daxuyaniyand ku; Ew mayinê ku DAİŞê bi cîh kirine paqij dike û herweha alîkari ji Tirkmanen re birine.
11:06:56
