Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û şanda ligel wî kir, rewşa herêmê û qeyrana darayî ligel hevdu gotûbêj kirin.
Duh 24 Çile, Serokê Herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û şanda ligel wî kir.
Di civînê de ku cîgirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amadebû, Stuart Jones xweşhaliya xwe bi serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê lidijî DAIŞê anî ziman û spasiya Herêma Kurdistanê li ser hewandina wê ji hejmarek yek car mezin ji penaberan û parastina jiyana wan tevî qeyrana darayî ku Herêm aKurdistanê têre derbas dibe.
Di beşekî din ji axaftina xwe ronî da ser qeyrana darayî û amadebûna welatê xwe bi alîkariya Herêma Kurdistanê bo dîtina çareyekê jibo derbaskirina vê qonaxê bi kêmtirîn ziyan û xesaretê derbas ke.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî li gel cîgirê xwe kurteyek li ser sedemên qeyran darayî ya li Herêma Kurdistanê heye ku ew yek bi sedema ku Bexda pişka Kurdistanê û mûçeyê fermanberên wê nedaye, şerê lidijî DAIŞê, hatina hejmarek herî mezin ji penaberan û daketina nirxê petrolê qeyranê serî hildaye.
Herwiha pêngavên çakszaiyê jî ku Herêma Kurdistanê ew ji sala 2014 dabûn meşandin ji şanda Amerîka ronî kirin û daxwza ji Şanda Amerîkî kirin ku, di aliyê tiqenî û hunerî de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, piştî ku zaniyarî derbarê vê qeyranê dane ber destê şanda Amerîkî.
Ji aliyê xwe ve Şanda Amerîkî ew zanyarî û data wergiritn û soz dan ku ew dê van datayan bi xwere bibin Amerîka û piştre pisporên derbarê qeyrana darî rê bikin bo Kurdistan da ku alîkariya Herêma Kurdisanê bikin di vî warî de.
Tê zanîn ku berî demekî şandek bilind ji Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa pêkhatibû serdana Amerîka Kiribûn jibo ku ligel berpirs û pisporên Amerîkî pirsgirêka qeyran darayî gotûbêj bikin
