THİV: Di 5 heyva de 39 jê zarok 198 sivîl hatine kuştin!

THİV: Di 5 heyva de 39 jê zarok 198 sivîl hatine kuştin!

Rojava News: Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (THİV) di derbarê aloziyên 5 mehên dawî yê li bajarê Bakurê Kurdistanê de raportek belavkir û tê de diyarkiriye  39 jê zarok, 29 jin, 27 jî di ser temenê 60 re bi giştî 198 kurd yê sivîl di şerê qirêj de hatine kuştin.

THİVê di derbarê binpêkirinên mafê mirovan, û mafê jiyanî, qedexekirina derketinên derve de raportek amade kir, li gorî raporê di 5 heyvê awî de 1 milyon û 377 hezar kes rastî binpêkirinên hemû mafê mirovî û jiyanî hatine.

Li gor raporê; di 5 heyva de li 17 navçeya 58 caran qedexekirina derketina derve hatiye ragihandin. Di 5 heyva de 39 jê zarok, 29 jin, 27 jî di ser temenê 60 re bi giştî 198 kurdê sivîl di şerê qirêj de hatine kuştin.

Li gor hemen raportê 40 kes di mala xwe de rastî  topbaranê û gulereşînê buye û  ji ber ku alîkariyeke tendurîstî wernegirtine û nekarin biçin navendeke tibbî jiyana xwe ji dest dane. Herweha 21 kes jî ji bo ku hêzên ewlehiya Tirkiyê hatina Embulansan asteng kirine jiyana xwe ji dest dane.

Di raportê de balkişandine ser tundiya  qedexeyê derketina derve ya di navbera 11ê Berfanbera 2015a û  21ê Rêbendana 2016a ku bi gelek cûran ji yê berê zêdetir û berfirehtir buye. Tênê div ê heyva dawî de 19 zarok, 19 jin û 17 kesên di ser temenê 60 re jiyana xwe ji dest dane.

 11:06:03

Şanaz Emin