“ Teqîna Qamişlo ji aliyê çekdarên rêjîma Sûriyê ve hatiye kirin” !

“ Teqîna Qamişlo ji aliyê çekdarên rêjîma Sûriyê ve hatiye kirin” !

Rojava News: Asayişa bi ser PYDê li Rojavayê Kurdistanê, ji teqînên duh û 30ê berfanbera par yên Qamişlo  rejima Sûrî berpirsiyar dît û got; Destê Difah El-Wetenî têde heye

Doh şev  li bajarê Qamişlo teqînek çêbû û di encama wê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Asayişa bi ser PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku, derket holê ku teqîna şeva borî ya Qamişlo ji aliyê çekdarên alîgirên rêjîma Sûriyê ve hatiye kirin. Li gorî hemen daxuyaniyê, teqînên 30ê berfanberê jî ji aliyê heman hêzê ve hatiye kirin.

 

13:58:43