4:17:06 PM
RojavaNews: Piştî ku duh êvarî Roja Yekşemê, teqîneke din li taxa El-Wista a li Bajajê Qamişlo, hate encamdan, rêxistina DAIŞê ew teqîn li xwe girt û got ku çekdarên wê bi wê êrşîê rabibûn, bêyî ku çawaniya wê eşkere bike.
Herwiha Asayîşa bi ser PYD ve jî, ragihandin ku teqîna duh, bi destê Milîsên rêjîmê bû ku bi navê hêza Berevaniya Sivîl tên naskirin.
Di encama teqîna duh de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 10ên din jî birîndar bûn.
Berî niha, û di 30 Berçeleya bûrî de, 2 teqeîn li heman taxa ku teqîna duh li Qamişlo hatibûn encamdan, çêbibûn û di encamê de bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, ku piraniya wan jî ji pêkhateya Xiristiyanan bû, herwiha bi dehan birîndar çêbibûn.
