Xelk asê maye û Tirk wan derbas nake

Xelk asê maye û Tirk wan derbas nake

4:32:19 PM

RojavaNews: Opozisyona Sûriyê ragihand ku bi sedan ji malbetên xelkê ji herdu gundewarên bakur û rojhilatê Helebê ,li ser sînorê bi Tirkiyê re asê mane û rê ji bo derbasbûna wan bo Tirkiyê nayê vekirin.

Jêderan got ku xelk ji ber êrîşên balafirên Rûsî cihên xwe bicî hiştine û dixwazin derbasî Tirkiyê bibin, ku li gorî Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan jî, Tirkiyê di wan 48 se’etên bûrî de, tenê rê ji hin malbetên turkmenan re vekir ku bi rêya Deriyê Bab El-Selamê yê Ezazê derbasî Tirkiyê kirin.

Niha wan malbatên li ser sînor asê mane, di rewşeke xirab de ne û li ber serma û baranê dimînin, ku piraniya wan jî jin û zarok in.