4:19:43 PM
RojavaNews: Şerupevçûn di navbera DAIŞê û hêza bi navê Hêzên Sûriya Demokrat a bi ser PYD ve, li Başûrê Hesekê berdewm in.
Li gor Rewangiha Sûrî ya mafên mirovan, Şerupevçûn di navbera wan herdû hêzên navbûrî de , li Başûrê Hesekê berdewin û tê gotin, ku rêxistina DAIŞê, li mehwerê Sûda û Ebid pêşve diçe.
Herwiha rewangihê diyar kir ku balefirên Hevpeymanan belavok, li ser gundên gundewarên Şedadê, yên li başûrê Hesekê belav kirine, û têde hatiye “ hûn dizanin ku , em navçeyên di bin destê we de, kontrol dikin û roj bi roj hêza we kêm dibe,me gelek fermandarên we kuştine û em bumbebarankirinê nasekinînin ta hemû çekdarên we werin kuştin “.
