Rojava News: Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê encamên civîna duh di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî de daxuyaniyek belav kiriye, ev jî naveroka wê ye:
Îro 26 Çile li Selahedîn Serok û Sekreter û Nûnerên Partiyên Siyasiyên Herêma Kurdistanê bi mebesta guhertina bîr û ramanên li ser pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û gihîştina bi komdengî û peydakirina çareseriyek ji bo giriftan, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan.
Di civînê de ku Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û her wiha Serok û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek ji bo amadebûyên civînê pêşkêş kir û behsa rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji amadebûyan kir ku di civînê de bi awayeke berpirsiyarane bîr li çareserkirina rewşê bikin û bi pêwîst zanî ku dûrî li muzayedatên siyasî pirsa Serokayetiya Herêmê bê çareserkirin û herwiha tîşk bixin li ser çareserkirina giriftên xelk û parastina baweriya li navbera xelk û partiyên siyasî.
Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe jî ji bo hemû pêngavekê ragihand ku bibe sedema dirustbûna bawerî û şefafiyet û dadperweriyê. Herwiha li dirêjahiya axaftina xwe de bi kurtî di derbarê şerê DAIŞê de û referandum û mafê gelê Kurdistanê ya li diyarkirina çarenûsa xwe xiste rû.
Her di vê civînê de amadebûyan bîr û raman û têbînî û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirsa Serokayetî û çalakkirina parlemen û qeyrana darayî û referandumê xistin rû û rêzdar Serokê Hikûmet û Cîgirê Serokê Hikûmetê pêngavên Hikûmetê yên di derbarê rêwşuwênên rûbirûbûna qeyrana aborî û herwiha çaksazî û dahat û xerciyên Hikûmetê ji bo civînê şîrove kirin.
Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê gihîşte van biryar û encaman:
Yekem: Beşdarbûyên civînê pesnê cangorî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kirin ku, di rewşeke dijwar de qehremanane bergiriyê li gel û niştîman dikin û bi tevahî palpiştiyên xwe ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand û di civînê de bi pêwîstî zanîn ku hemû aliyên siyasî bi berpirsane muamele li gel rûdan û pêşhatan û rewşa hestiyar ya niha bikin û li asta berpirsiyariya dîroka xwe û baweriya cemawerî da bin.
Dûyem: Beşdarbûyên kombûnê palpiştiya xwe ji bo proseya referandumê ragihandin û bi pêwîstî zanîn ku ji bo serxistina proseya referandumê komdengiyekî niştîmanî bê saz kirin ew jî li rêya yekxistina nav mala Kurdistan û bi hêztirkirina baweriya di navbera aliyên siyasî û xelkê Herêma Kurdistanê de. Her di vî derbarî de aliyên siaysî wê yekê dûpat kirin ku pêwîste ev derfet bi xelkê Kurdistanê bê dayîn ku raya xwe ya di derbarê çarenûsa xwe ya bi cîhanê rabigihînin.
Sêyem: Di civînê de nîgeraniya xwe di derbarê bi diyardeya koçbûna welatên derve û kûrbûna kêşeyên xelkê nîşan dan û piştrastî dane xelkê Kurdistanê ku pêkve qeyranan derbas bikin û aliyan bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo nerazîbûn û daxwazên xelkê ragihand û balkişandin li ser birîna budçeyê û daxwaz kirin ku hemû rêyek li ber bigrin ji bo çareserkirina kêşeya bê mûçeyî û ji bo vê mebestê jî palpiştiya xwe ji bo hewl û rêwşuwênên Hikûmetê ya ji bo siyaseta destpêkirin û kêmkirina xerciyan û çaksazî û peydakirina çareseriyek ji bo girftan ragihand bi cûreyekî ku rêwşuwênên Hikûmetê kêmtirîn guvaşê ji bo çîna hejar û kêmderamet û fermanberan bîne û kêmkirina mûçeya fermanberên jî wekî paşkeft ji bo fermanberan li cem Hikûmetê bimîne û bi tu awayek jî mûçe û mafê fermanberan naçê, her wiha ev siyaset û rêwşuwên bi awayeke giştî xizmeta pêkanîna dadperwerî û nehiştina giriftên darayî bike.
Çarem: Beşdarbûyên civînê li ser ewe hevrebûn ku pêwîste bi sûdwergirtina li ezmûnan her çi zûtire Parlemen bê çalak kirin û bingehek jî ji bo aştevayî siyasî ya di navbera aliyan bê xweş kirin û ji bo vê mebestê jî biryar dan komîteyekî taybet bê pêkanîn ku erkê wê jî ji zemînesaziya çalakkirina Parlemen û Hikûmet û çareseriya pirsa Serokayetî û serxistina referandum dibe. Herwiha ev komîte heta hefteyek da karên xwe temam dike û encamên wê dixe ber kombûna pêş ya partiyên siyasiyan ligel Serokê Herêma Kurdistanê.
Pêncem: Di derbarê guhertinên navçeyê de, di civînê de tekez kirin ku Herêma Kurdistanê nabê beşek ji gengeşeyên navçeyê û tekez li ser parastina mafê diyarkirina çarenûs û mafên demokratiyên gelê Kurdistanê kirin.
Şeşem: Civînê bi pêwîstî zanî ku diyalog û danustandin li gel Bexda bi navê gihîştina çareserkirina kêşeyan de berdewam be.
