Sirwan Barzanî: Salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz be

Sirwan Barzanî: Salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz be

Rojava News: Sirwan Barzanî berpirsê mehwerê Mexmûr- Giwêr yê Hêzên Pêşmerge Salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz kir û nameyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û têde wiha nivîsandiye:

"Kobanê bû sembola berxwedana gelekî li hember dijminê herî hov û terorîstên navnetewî ku li hember azadî û hemû nirxên mirovahiyê şer dikin û dixwazin çerxa gerdûn û civaka mirovahiyê bo serdema cehalet û tarîstanê paşde bizivirînin".

Barzanî lêzêde kir:" Lê Kurdan bi xwîna xwe tekez kirin ku îradeya gel û welatperweriyê ji dijmin û hovan bihêztir e. Rihê yekrêzî û piştgiriyê Kobanî rizgar kir, ku hêzên Pêşmerge, Gerîla û Şervanan bûne hêvênê vê destana sedsalê û tije serweriyê".

Di dawî de Sirwan Barzanî got :"Silav li ruhê şehîdên azadkirina Kobanî û hemû Kurdistanê".

10:29:00