İran Kurdekî yarisanî hate darvekirin

İran Kurdekî yarisanî hate darvekirin

Rojava News: Dewleta İranê hikmê darvekirinê ku  ji bo Kurdekî Yarisanî berê girti bû cîbecî kir.

Li gor nûçeya ji malpera KurdPa hatiye girtin; Doh li girtîgeha Qizilhîsar hukmê darvekirina girtiyê Kurd bi navê “Ferdîn Huseynî”di girtîgehê de hate infazkirin.

Ew hemwelatî 36 salî ye, û xelkê bajarê Sehneyê parêzgeha Kirmaşanê ye. Li gel hevjina xwe û keçeke 15 salî wek layengirê Ehlî haq hate girtin, bi tometa ku dema hilbijartinên Îranê yê 2011a de karê nehînî kiriye di derbarê wî “Ferdîn Huseynî” biryara darvekirinê hatiye sitendin.

Di demên destpêka hilbijartinan de heyanî demek berî niha,nêzîkî 100 kes di girtîgehên hikûmeta Îslamiya Îranê de hatine îdamkirin, ku 15 ji wan kesan kurd bûne.

 

11:58:14