Amed: Li 5 taxê Sûrê derketina derve hat qedexekirin!

Amed: Li 5 taxê Sûrê derketina derve hat qedexekirin!

Rojava News: Hêzên dewleta Tirk li Sûrê îro li 5 taxên Sûrê dîsa derketina derve qedexe kir.

Qedexeya derketina derve ku li 6 taxên navçeya Amed Sûrê ev 56 roj in didome, li taxên din jî belav bû.

Qeymeqamiya Sûrê bi daxuyaniyekê  got; "Li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf û Ziya Gokalp û kolana Melîkahmetê ji 27'ê Çileya 2016'an roja Çarşemê saet 11:30 û pê ve, heta fermaneke duyemîn ji aliyê qeymeqamiya me ve derketina derve lê hatiye qedexekirin."

Herweha hatiye zanîn ji aliyêdin ve polîsê dewletê jî bi megefonan bangî xelkê deverê dikin û zorê li wan dikin da mal û taxê xwe biterikînin.

13:13:54