RojavaNews Şêwermendên jenêv3 eşkere dike

RojavaNews Şêwermendên jenêv3 eşkere dike

6:39:22 PM

RojavaNews: Nûnerê Kurd di Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd di daxuyaniyeke taybet de ji RojavaNews re ragihand, ku Nûnerên Dijberiya Sûriyê yên ku Rûsiya amade kirine , wê wek şêwermend di jenêv3  de beşdar bibin .

Li gor ageahiyên ku ketine destên RojavaNews,  ew şêwermend ev in:

  • Ebas Hebîb Encûmena Serkerdatiyê ya Qebîleyên Sûriyê.
  • Qedrî Cemîl Nûnerê Eniya Guhertin û Azadiyê.
  • Macid Hebo Nûnerê Tevgera Qemih.
  • Mazin Mexribiyê Nûnerê Eniya Guhertin û Azadiyê.
  • Rende Qesîs Nûnera Tevgera Civaka Ilmanî.
  • SAlim Herba wek serbixwe.
  • Cîhad Meqdisî Nûnerê kongireye Qahîre.
  • Fatih Camûs Nûnerê Şepêla Guhertinê ya Aştîxwaz.
  • Heysem Menah Hvserokê Encûmena Sûriyaya Demokrat.
  • Nemrûd Silêman wek serbixwe.

Herweha her yek ji Cîhad Meqdisî û Heysem Menah vekişiyan , û her 8 kesên din wek şêwermend  wê li Lozanê bicîbibin.

Herwiha Egîd serbar kir , ku Partiya Yekîtî ya Demokrat ji bo Jenêv 3 nehatiye vexwendin “ji ber ku nakokiyên herî zêde li ser beşdarbûna wan derdikevin“ li gorî gotina Fabyos li ser zimanê De Misture.

Di derbarê beşdarbûna Desteya Bilind a Gotûbêjan di Jenêv 3 de , Egîd ragihand ku ji bo beşdarbûna wan di Jenêv3 de, çend merc radestî De Misture kirine, wek rakirina dorpêçê li ser bajar û bajarokan û  gihandina alîkariyan ji wan deveran re, serbestberdana girtiyan , veqetandina gotûbêjan ji rewşa xirab a li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî.

Herwiha Egîd got ku ew derbarê jenêv 3 de ne geşbîn e, bi taybetî piştî xwendina wî ji têkista vexwenda aliyên Sûrî ji jenêv 3 re.

 Afiya Hacî