Şêx Meqsûd tê bombebarankirin

Şêx Meqsûd tê bombebarankirin

6:56:16 PM

RojavaNews: Balafirên Rêjîma Sûriyê, careke din, Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku piraniya nişteciyên wê kurd in, bombebaran kir û ziyaneke mezin gihan malên sivîlan.

Her li gorî zanyariyan, di encama bomberanakirina taxa navbûrî de, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Şêx Meqsûd ji çend mehan ve di bin bombebarankirin û topbarankirinê de ye, ku berdewam di navebra çekdarên YPG li aliyekî û girûpên Îslamî û Rêjîmê li aliyekî din de, şer derdiveke ku di encamê de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Ji despêka wî şerî ve, Şêx Meqsûd ,ji aliyê girûpên Îslamî ve dorpêç kirî ye.