Tariq Elsiwêdan: Divê her kes piştgiriya mafê Kurdan bike

Tariq Elsiwêdan: Divê her kes piştgiriya mafê Kurdan bike

Rojava News: Vekolêner û zanistê Îslamî Tariq Elsiwêdan piştgiriya xwe bo Kurdan ragihand û got: "Divê her kes piştgiriya mafê Kurdan bike,  ji ber ku mafê wan wekû hemû miletan heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin".

Vekolêner û zanistê Îslamî Tariq Elsiwêdan li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye: "Ez gelekî ji miletê Kurd hez dikim ji ber ku Kurd xwedî Dîrokeke serbilind û oleke mêjoyî ne. Kurd miletekî merd e".

Navbûrî  lêzêde kir: "Hemû kesên Kurd yên ku min wan naskiriye çi di dema xwendina min de li Amirîka û çî jî li cîhana Erebî, hezkirina min ji Kurdan re zêdetir kirin. Kurd miletekî sitembar e û divê her kes piştgiriya mafê Kurdan  bike  ji ber ku mafê wan wekû hemû miletan heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin".

Di dawî de Elsiwêdan got:" Ez gelekî dostanî û rêzgirtina Kurdan dikim".

Tariq Elsiwêdan yê ku bi regeznameya xwe Kuwytiye, vekolêner û zanistekî Îslamî ye û gelek pirogiramên wî yên li ser dîroka Îslamî û geşepêdana şiyanan heye.

Nalîn Hesen

10:32:28 AM